‘Girankirina zextên li ser girtiyan lawazbûna hikumeta Îranê nîşan dide’

Berdevka Komîteya Azadkirina Girtiyên Siyasî Xanim Şîva Mahbûbî der barê cezayên giran ên li ser girtiyên li Îranê tên birîn de axivî û got ku hikûmet bi zextan hewl dide lawazbûna xwe veşêre û zextên li ser girtiyên jin zêde dike.

ŞEHLA MUHEMEDÎ

Navenda Nûçeyan – Di mehên dawî de cezayên giran ji cezayên girtîgehê yên dirêj bigre heya darvekirinê, ne tenê li dijî xwepêşander û çalakvanan, di heman demê de li dijî jinan jî zêde bûne. Di rojên dawî de cezayên darvekirinê yên Mozhde Haşemî Bazarganî û Necmeh Emînî hatine piştrastkirin, her wiha li gorî raporan Mahbuba Şabanî xistine hucreya yekkesî. Berê cezayên giran an darvekirin ji bo jinên wekî Paxşan Ezîzî, Zehra Şahbaz Tabarî, Leyla Abolhasanî, Taraneh Rehîmî, Souda Ebrahîmî û Meryem Hedawend hatibûn piştrastkirin.

Me bi berdevka Komîteya Azadkirina Girtiyên Siyasî Xanim Şîva Mahbûbî li ser vê mijarê axivî der barê rewşa heyî ya Îranê de, cezayên giran, bi taybetî cezayên îdamê, yê li girtiyên siyasî tên birîn de hevpeyvîn kir.

 *Di nêzîkatiya dadwerî ya li hemberî xwepêşanderan de çi guheriye û çima darvekirin û girtin hê jî weke amûra sereke ne. Her wiha hûn rewşa kesên ku di xwepêşandanên Çileya 2026'yan de hatine girtin di vê pêvajoyê de çawa dinirxînin?

Hikûmet û dadweriyê siyaseteke tepeserkirina giştî, cezayên giran, darvekirin, îtîrafên bi zorê û zexta li ser malbatan pejirandine. Ev siyaseta tepeserkirinê di çarçoveya şer û enflasyonê de ku ji tirsa xwepêşandanên gel tê kirin zêde bûye û bûye sedema darvekirinên ku gelek caran veşartî tên kirin. Di vê navberê de zexta li ser girtiyên siyasî yên jin pir zêde bûye; gihîştiye wê astê ku nêzî 60 jin bi tohmetên wekî "muharebeh" û "serhildan" bi xetera darvekirinê re rûbirû ne.

Raporên Necmeh Emînî û Mahbubeh Şabanî ku ji destên xwe li girtîgeha Vakilabadê ya Meşhedê di nava nivînan de hatine kelepçekirin û cezayên qamçiyan li çalakvan Parastu Ahmadî û Sahar Mamizadeh hatine birîn, asta van êrîşên sîstemîk nîşan didin. Hikûmetê bi leşkerîkirina bajaran enerjiya xwe ji bo kontrolkirina xwepêşandanên pêşerojê xerc kiriye. Di vê zincîra tepeserkirinê de, jin hedefên sereke yên vê zextê ne ji ber hebûna wan a wêrek di pêşengiya tevgera "Jin Jiyan Azadî" de û redkirina bêdengiyê.

 *We xaleke girîng li ser bertekên navneteweyî, daxuyaniya 46 welatan li Konseya Mafên Mirovan a NY û binpêkirinên mafên mirovan li Îranê anî ziman. Lê saziyên wekî NY, Konseya Mafên Mirovan û Konseya Ewlekariyê ji bo pêşîgirtina li darvekirinan û zexta li ser berdana girtiyan çi amûr û hêzên pratîkî hene?

Hikûmet û saziyên navneteweyî bi amûrên herî zêde di destê wan de hene; qutkirina têkiliyên dîplomatîk, girtina balyozxaneyan û cemidandin an desteserkirina mal û milkên IRGC û serokên hikûmetê dikare zextek rastîn biafirîne. Cezayên giştî tenê zextê li ser gel dikin lê hedefgirtina dewlemendiya hevkarên hikûmetê bi bandor e, mixabin, ew nayê kirin. Tenê weşandina daxuyaniyên şermezarkirinê ji çalakiyeke pratîkî bêhtir dişibe reva ji berpirsyariyê.

Dema ku hikûmet dibîne têkiliyên dîplomatîk hatine damezrandin û dewlemendiya IRGC’ê nehatiye cemidandin, ew bala xwe nade van daxuyaniyan. Ji aliyekî din ve, dezgehên medyayê yên rojavayî ji ber ku platform didin lêborînerên wek Marandiyê, yên ku îşkenceyê wekî 74 qamçiyên Parastu Ahmadi normalîze û rewa dikin, ji vê rewşê berpirsiyar in û hikûmet jî berpirsiyar in ji ber ku îtîrafên bi zorê yên di bin îşkenceyê de wek doza Arjîn Cundî paşguh dikin. Hevdîtinên wezîrên derve bi rayedarên hikûmetê re bêyî ku mijara girtiyên siyasî bînin ziman, bêbandoriya van daxuyaniyan di pratîkê de îsbat dike.

 *Dema nûnerê hikûmetê axivî, hejmareke pir kêm ji welatan ji bo nerazîbûnê li hemberî tiştên ku li Îranê diqewimin salon terikandin. Em di mijara mafên mirovan de cureyek dualîte û pîvanên ducarî dibînin; wekî dema ku Netanyahu axivî, piraniya welatan salona Civata Giştî vala kirin. Ev dualîte nîşan dide ku awayê mafên mirovan li gorî welatekî cuda tên çareserkirin çiqas ji welatekî ji bo welatekî diguhere?

Netanyahu sûcdar e û li Xezayê mirovan dikuje lê hikûmeta Îranê jî bi qasî wî sûcdar e û li welatê xwe mirovan dikuje. Mixabin, hinek kes wekî ku divê hûn an ji bo şer bin an jî ji bo hikûmeta Îranê bin tevdigerin! Gelek biryar dane li dijî faşîzma Netanyahu be lê li ser faşîzma hikûmeta Îranê bêdeng bimîne. Ev nêzikatî durûtî û nepakiya van çalakvan, rêxistin û hikûmetan nîşan dide; ew kesên ku îdia dikin li dijî şer in, dema gelê Îranê ji hêla hikûmetê ve tê qirkirin, deng ji wan dernakeve.

 *Mijareke din ku divê em çareser bikin, dijwarbûna pevçûnên ewlehiyê li Îranê ye. Di vî warî de di parlamentoyê de planên cûrbecûr tên pêşniyarkirin, yek ji wan "Plana li Dijî-Derbasbûnê" ye. Di rewşa heyî de, hûn difikirin ku planên wiha, bi taybetî "Plana li Dijî-Derbasbûnê", çi peyamê didin? Gelo belavbûna wêje û planên qanûnî yên wiha dikare bibe sedema dayîna cezayên dijwartir û zêdebûna zextên li ser çalakvanan?

Hemû pêşnûmeyên parlamentoyê, ji dijberkirina bandorê bigre heta krîmînalîzekirina hevkariya bi Îsraîlê re, ne li dijî hikûmetên biyanî, li dijî gel bi xwe ne. Hikûmet bi karanîna têgînên "bandor" û "şert û mercên şer", afirandina dozên li dijî welatiyên asayî û rewakirina girtinên piştî tevgera "Jin Jiyan Azadî" hêsan dike. Ji gefxwarina eşkere ya malbatan ji bo ku zarokên wan li kolanan nemînin bigre heta raporên serbestberdana girtiyên ku bi sûcên giran hatine mehkûmkirin bi şertê hevkariya bi hêzên ewlehiyê re, hemû nîşan didin ku planeke ji bo bêaramkirina qada giştî û kontrolkirina xwepêşandanan heye. Şerê sereke yê hikûmetê ne bi hêzên biyanî re ye ku ew bi berdewamî tehemul dike lê bi gelê Îranê bi xwe re ye û terora wê ya sereke ji vir tê.

*Şert û merc ji bo jinên ku weke pêşengên tevgerê derketine holê dijwartir bûne; her çend kuştina jinan zêde bûye jî zagonên heyî jî bi bandor piştgirî dane kujeran. Ji aliyekî din ve, bertekên malbat, çalakvan û hunermendan li hemberî darvekirinan bêserûber û belavbûyî dimînin. Li gorî we sedema vê nebûna berdewamiyê çi ye û çareserî ji bo afirandina şopandineke domdar û hevgirtî çi ye? Her wiha bi dirûşma "Darvekirinan rawestînin" ku di "Yekşemên Xwepêşandanê" yên teqawidbûyan de hat bilindkirin, ev hevrêzî çawa dikare li seranserê civakê were dirêjkirin?

Piştî şok û bêçalakîbûniya destpêkê ya piştî serkutkirina Çileya 2026’an, civakê careke din ruhê xwe yê berxwedanê nîşan da; mînakek zelal a vê yekê tevgera sembolîk a xwendekaran di salvegera "Îna bi Xwîn a li Zahedanê" (pêşkêşkirina reqsa Xodanûr) û berdewamiya xwepêşandanên xwendekaran e. Lê rûbirûbûna hikûmetê bi civakê re bi tevahî stratejîk e, di heman demê de xwepêşander û çalakvan hê jî ji tora têr û stratejiyeke zelal bêpar mane. Di şert û mercên tepeserkirina dijwar de, pêdiviyeke lezgîn bi tora ne fermî heye da ku dirûşmên sereke yên tevgerên pêşverû yên wekî "Yekşemên Xwepêşandanê" yên teqawidbûyan weke "Na ji cezayê mirinê re" û "Girtiyên siyasî azad bikin" bi beşên din ên civakê ve girêbide.

Ezmûna serkeftî ya greva giştî ya Kurdistanê nîşan da ku xwepêşandan û grevên hevrêzkirî û plankirî xwedî hêz in ku hikûmetê felc bikin. Ji ber vê yekê tenê hebûna kolanan bê torên hevgirtinê û stratejiyeke hevseng têr nake ku li dijî planên hikûmetê derkeve.